Dadgeha Federal a Iraqê dawî li wezîfeya Parlamentoya Iraqê anî

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku Parlamentoya Iraqê dê weke saziya rêveberiyê ya hikûmeta demkî, wezîfeya xwe bidomîne.

Roja 9’ê Mijdarê dengdana taybet û 11’yê Mijdarê jî dengdana giştî ya hilbijartina dema 6’an a Parlamentoya Iraqê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hate lidarxistin. Li gorî encama hatî ragihandin rêjeya beşdarbûna hilbijartina taybet ji sedan 82.4 bû. Her wiha rêjeya beşdariya hilbijartina giştî jî ji sedan 56.11 bû.

Dadgeha Federal a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku dawî li erkên Parlamentoya Iraqê û hikûmeta Iraqê aniye.

Hate destnîşankirin ku hikûmeta Iraqê dê wek cîbicîkar û serokkomarê Iraqê jî wek beşek ji desthilata cîbicîkar karên xwe berdewam bikin.

Li gorî destûra Iraqê piştî pejirandina encamên hilbijartinê 15 rojan Parlamento wê kom bibe û serokê parlamentoyê û du cîgirên wî/wê werin hilbijartin. Piştre Parlamento wê di nava 30 rojan de Serokkomar diyar bike û di nava herî kêm 70 heta 120 rojan de jî Serokwezîr were hilbijartin.